Hijmara herî zêde li Hewlêrê hatiye tomarkirin.
Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.
Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatan de li seraserê Kurdistanê de bi giştî hezar û 573 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Hewlêrê hatiye tomarkirin.
Wezaretê eşkere kiriye ku di nava 24 seatên han de 2 hezar û 277 berketiyên berê jî baş bûne û 16 berketî jî canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin