WFP: Em berdewam dibin li ser piştîvanî kirina Kurdistanê

ev saziya han ser bi Netewên Yekgirtiye.
کوردستان TV
100%

Waliyê Hewlêrê li gel şandeke saziya WFP civiya.

Îro li Hewlêrê Parêzgar Omîd Xweşnav pêşwaziya şandeke saziya xweraka cîhanî ( WFP) ya li Rojhilata Navîn  kir.

Di civînê de giftûgo li ser kar û çalakiyên saziya han li Rojhilata Navîn de hate kirin û şanda mêwan bi awayekî kurt behsa kar û çalakiyên xwe yên ku hatine cîhbicîhkirin û yên ku di pêşerojê de cîhbicîh bike kir.

Her di heman civînê de şanda saziya WFP diyar kir ku, ev berdewam dibin li ser piştîvanî kirina herêma Kurdistanê û cîhbicîh kirina projeyan li Kurdistanê de.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.