Li bajarê Neqede ya li Rojhilatê Kurdistanê hatine girtin.
Operasiyonên hêzên ewlekarî yên rejîma Îranê li dijî welatiyên Kurd berdewamin.
Di vê çarçoveyê de navenda mafên mirovan ya Hengawê belav kir ku, roja çarşemê (duh) li bajarê Neqede hêzên ewlekarî operasiyonek li dijî welatiyên Kurd lidar xistine û di encama operasiyona han de herî kêm 5 welatiyên Kurd hatine binçavkirin.
Hengawê belav kir ku, hêzên ewlekarî ti sedemek bo girtina wan welatiyên Kurd diyar nekiriye û çarenivîsa wan jî nediyare.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin