Alozî di navbera Kurdan û Azeriyan de derketine.
Li gor zaniyariyên berdest, duhê li bajarê Neqede ya li Rojhilatê Kurdistanê jiber kêşeyeke taybet bi erdê, di navbera malbeteke Kurd û Azerî de alozî derketine.
Pişt re komek welatiyên Azerî êrîş birine ser malbeta Kurd û pevçûn di navbera welatiyên Kurd û Azerî de çê bûye û di encama pevçûnê de du welatiyên Kurd hatine kuştin û 9 welatiyên din jî birîndar bûne.
Ev cara duyeme ku li vê bajarê Kurdistanî, aloziyên wisa çê dibin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin