Di civînê de behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Urdinê hate kirin.
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şanda parlementoya Urdinê civiya û piştî civînê jî li ser hesabê xwe yê fermî, Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsandiye;
Îro yekşem 5ê Îlona 2021an me pêşwaziya Serokê Parlementoya şahnişîna Urdinê Ebdulmunim Elodat û şandeke pêre kir.
Serokê parlementoya şahnişîna Urdinê behsa vê yekê kir ku têkiliyên dostane yên bihêz di navbera herêma Kurdistanê û Urdinê de hene û stayîşa ezmûna serkeftî ya herêma Kurdistanê kir di warê awedan kirin û geşe pêdanê de ku dikare bibe mînak bo tevahiya Îraqê.
Di civînê de me jî spas û rêzdariya xwe li hember helwesta dostane ya Şah Ebdulah û şahnişîna Urdinê diyar kir, ku berdewam piştîvaniya gelê Kurdistanê kiriye bi taybetî di şerê dijî terorîstên DIŞI de.
Di civînê de me tekez li ser girîngiya pere pêdana têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û şahnişîna Urdinê di tevahiya waran de kir bi taybetî di warê bazirganî û pêşde birina derfetên hêlbirînê de.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin