Behsa pevçûnekê dike.
Birêveberatiya asayîşa Hewlêrê îro daxuyaniyek weşand û têde ragihand ku îro di navbera hêzên asayîşê û tewanbarekî metirsîdar de, pevçûn qewmiye.
Di daxuyaniya asayîşê de behsa vê yekê hatiye kirin ku tawanbar Ehmed Hemed Emîn Resûl ku ji aliyê dadgehê ve çend caran bi tawanên teror, kuştin û gefan, fermana girtinê jê re hatibû dayîn, îro li bajarê Hewlêrê dema hêzên asayîşê xwestine wî binçav bikin, bi çek êrîşî ser hêzên asayîşê kiriye, di encama êrîşa han de du endamên asayîşê birîndar bûne û di heman pevçûnê de tawanbar jî hatiye kuştin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin