Ji aliyê çekdarên rejîma Îranê ve hatiye birîndarkirin.
Navenda mafên mirovan ya Hengawê belav kir ku, şeva derbasbûyî hêzên çekdar yên rejîma Îranê, li devera Newsûdê ya li Hewramanê ya li Rojhilatê Kurdistanê gule li ser tirimbîlekê reşandine.
Di encama êrîşa hêzên çekdar yên rejîma Îranê de keçeke biçûk bi navê Heyam Peyam ya temen 4 salî bi dijwarî birîndar bûye.
Hengawê belav kiriye ku ji ber dijwariya birînê Heyam bo nexweşxaneyên bajarê Paweyê hatiye veguhastin.
Heta niha derbarê sedema êrîşê de ti zaniyarî nehatine belavkirin û rayedarên Îranê jî li ser vê mijarê ti daxuyanî nedane.
Newsûd bajarokeke li devera Hewramanê ya li Rojhilatê Kurdistanê, nêzî sînorê başûre, dikeve eyaleta Kirmaşanê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin