Derbarê girtina tîmeke terorîstên DIŞIê de daxuyanî daye.
Piştî ku civata ewlekariya Kurdistanê ragihand ku hêzên ewlekarî yên Kurdistanê karîne tîmeke terorîstên DIŞIê yên ku xwestibûn li Hewlêrê kiriyarên terorîstî pêk bînin, binçav bikin, hevpeymaniya cîhanî jî daxuyaniyek weşand.
Di vê derbarê de Peyvdarê hevpeymaniya cîhanî Wayne Marotto ragihand ku hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê pêbendî hevbeşiyên xwe yên li gel herêma Kurdistanê ye.
Peyvdarê hevpeymaniya cîhanî Wayne Marotto herwiha eşkere kiriye ku hevkarî û hemahengiya navbera hevpeymaniya cîhanî û hêzên pêşmerge li dijî terorîstên DIŞIê berdewam dibe.
Weke tê zanîn duhê êwarê civata ewlekariya Kurdistanê li xwe mokir hatine tîmeke 7 kesî ya terorîstên DIŞIê ku xwestibûn li Hewlêrê kiriyarên terorîstî pêk bînin bo raya giştî belav kiribû.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin