Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke CHPê kir

şanda CHPê duhê serdana Kurdistanê kiribû.
کوردستان TV
100%

Berî nîvroya îro dûşem 06.09.2021 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pêşwaziya şandeke Partiya Gel ya Komariya Tirkye (CHP) ya bi Serokayetiya Cîgirê Serokê vê Partiyê Oguz Kaan Salici kir.

Di hevdîtinê de şanda mêwan behsa armanca serdana xwe ya herêma Kurdistanê kir û tekez li wê yekê kir ku çareserkirina kêşe û aloziyên navçeyê, bi diyalog û hevdû têgihiştina di navbera gelan û pêkhatan dibê. Ji bo vê mebestê jî partiya wan bi cîhkirina nêrîneke demdirêj ya li ser wê bingehê destpêkiriye û hêvî xwest peywendiyeke baş û li ser bingeha berjewendiya gelên navçeyê li gel Herêma Kurdistanê û pêkhatên wê ava bike û pêkve kar ji bo çareserkirina kêşeyan û aramiya li navçeyê da bikin. Her li vî derbarî de balkişand li ser girîngiya rol û pêgeha Herêma Kurdistanê kir.

Ji aliyê xwe ve Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî tekez li ser girîngiya diyalog û hevdû têgihiştin û bîr û nêrînên hevbeş û peydakirina çareseriyeke kêşe û aloziyên navçeyê li ser bingeha hevdû qebûlkirin û nehiştina înkariyê kir û vê serdanê wekî siyaseteke nû ya CHP da zanîn. Rêzdar spasî Tirkiye kir ku herdem di demên teng da yarmetiya xelkê Kurdistanê dane û balkişand li ser hevkariya Tirkiye ya di dema operasyonên enfalê ya 1988 da kir ku dergehên xwe bi rûyê xelkê Kurdistanê da vekir û yarmetiyê dan. Di derbarê rol û pêgeha Herêma Kurdistanê jî dûpat kir ku wekî herdem bi fakterê aramiyê dimîne.

Rewşa giştî û hilbijartinên paşerojê ya Iraqê, metirsiyên DIŞI û pêşbîniyên ji bo paşeroja navçeyê, çend mijareke dinê hevdîtinê bûn.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.