Li Efrînê revandine û bo azad kirina wan daxwaza pereyan dikin.
Li gor zaniyariyên berdest, îro duşem li navçeya Raco ya ser bi Efrînê, komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê ve, 4 welatiyên din yên Kurd revandine.
Hate zanîn ku komên cîhadî ev her 4 welatiyên han bi navê polîsê leşkerî, revandine û bo cîheke nediyar veguhastine.
Revandina welatiyên Kurd li Efrînê ji aliyê cîhadiyên Tirkiye û artêşa Tirkiyeyê ve bûye weke kareke rojane û bo azad kirina welatiyên revandî daxwaza pereyan ji kesûkarên wan tê kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin