Di operasiyonê de 4 terorîstên DIŞIê hatine kuştin.
Artêşa Îraqê ragihand ku direngiya şeva derbasbûyî li Kerkûkê li dijî terorîstên DIŞIê operasiyonek hatiye lidarxistin.
Di encama operasiyona han de 4 terorîstên DIŞIê hatine kuştin.
Di berdewamiya daxuyaniya artêşa Îraqê de hatiye diyarkirin ku armanc ji operasiyona han ji nav birina terorîstên DIŞIê û herwiha tole sendina xwîna wan polîsane ku beriya du rojan li devera Reşad ji aliyê terorîstên DIŞIê ve hatibûn kuştin.
Operasiyona ku duhê bi şev hatiye lidarxistin li gundên derdorê Pirdê ya li Bakûrê Kerkûkê hatiye lidarxistin.
Di heman operasiyonê de balefirên şer jî beşdar bûne û çend pêgehên terorîstên DIŞIê bordiman kirine.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin