Şandeke Belcîkî serdana wezareta çandiniyê kiriye.
Şandeke odeya pîşesazî û bazirganî ya herêma Flanders ya Belcîkayê serdana wezareta çandiniyê û çavkaniyên avê ya hikûmeta Kurdistanê kiriye û ji aliyê wezîra çandinî û çavkaniyên avê Bêgerd Talebanî ve hatiye pêşwazîkirin.
Di civînê de şanda Belcîkî û wezareta çandiniyê ya herêma Kurdistanê behsa têkiliyên navbera Kuridstan û Belcîkayê kirine.
Wezîra çandiniyê ya hikûmeta Kurdistanê diyar kiriye ku Kurdistan dixwazê di warê çandiniyê de fêde ji ezmûna Belcîkayê werbigire û şanda Belcîkî jî amadebûna welatê xwe bo hevkarî kirina Kurdistanê bi taybetî di warê çandiniyê de diyar kiriye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin