Berpirsê Siyaseta Derve ya Ewrûpayê Josep Borell îro sêşemê gihîşt Hewlêrê û ji aliyê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin û civîna wan destpê kir.
Josep Borell li Firokexaneya Hewlêrê ji aliyê Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ve hat pêşwazîkirin û piştre ber bi ofîsa Serokatiya Herêma Kurdistanê ve birêket.
Borell û şanda pê re li ofîsa serokatiyê ji aliyê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin û civîna navbera wan dest pê kir.
piştî bi dawî hatina civînê jî Serokê herêmê û berpirsê karûbarên siyaseta derve ya YE daxuyaniyeke hevbeş dan çapemeniyê û behsa naveroka civîna xwe kirin.
di daxuyaniya çapemeniyê de Serokê herêma Kurdistanê behsa girîngiya serdana Borell bo Îraq û Kurdistanê kir û ragihand ku Kurdistan dixwaze têkiliyên xwe li gel welatên endam di YE bihêztir û berfiretir bike.
Nêçîrvan Barzanî serdana han bi serdaneke girîng wesif kir û anî ziman ku pêwîst bo rûbirû bûna terorê û hevkarî kirina aware û koçberan YE zêdetir hevkariya Kurdistanê bike.
Borell jî herwiha eşkere kir ku civîn û hevdîtinên wî gelek girîng bûne, YE berdewam dibe li ser piştîvanî kirina Îraq û Kurdistanê bo şerê dijî terorê.
Biryar e Borell di serdana xwe de, li gel serok Mesûd Barzanî û Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî bicive.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin