YE berdewam dibe li ser piştîvanî kirina Kurdistanê.
Serokwezîrê Kurdistanê li gel şanda Yekîtiya Ewrûpayê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro çarşem 7ê Îlona 2021an me pêşwaziya Cîgirê Serokê komîsyona Ewrûpa û Berpirsê siyaweta derve û ewlekariya Yekîtiya Ewrûpayê Josep Borell kir.
Di civînê de Cîgirê Serokê komîsyona Ewrûpa û berpirsê siyaseta derve û asayîça Yekîtiya Ewrûpayê behsa girîngiya pêgeha herêma Kurdistanê kir û weke faktereke aramiya deverê û tekez li ser berdewamiya hevkarî û hemahengiyên YE bo herêma Kurdistanê bi taybetî di şerê dijî terorê de kir.
Di civînê de rixmî ku spasiya helwesta dostane ya YE jiber piştîvaniya herêma Kurdistanê, me tekez li ser girîngiya rola wenêrînê ya YE di hilbijartinên pêş yên Îraqê de bi taybetî li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê kir, bo ku hilbijartineke azad û şefaf ku têde maf û xwestkên tevahiya pêkhateyên cuda yên Îraqê dabîn bike.
Herwiha me tekez li ser vê yekê kir ku lazime destûra Îraqê were cîhbicîhkirin û yeksanî, dadmendî û hevbeşiya rastîn bibe bingeha hikumraniya tendirot li Îraqê.
Pêşde birina têkiliyên abûrî yên di navbera YE û herêma Kurdistanê û dibernameya reforman ya kabîneyan 9an ya hikûmeta Kurdistanê, têkiliyên herêma Kurdistanê yên li gel hikûmeta fedralî û rewşa aware û penaberan li herêma Kurdi stanê de çend mijarên din yên civînê bûn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin