Balefirên nenas jî li ser esmana deverê dizivirin.
Îro pêncşem topxaneyên Îranê dest bi topbaran kirina gund û zozanên ser bi devera Sîdekanê kirin.
Di vê derbarê de birêveberê nahiyeya Sîdekanê Îhsan Çelebî ji Peyamnêrê Kurdistantv re ragihand ku îro danê sibê topxaneyên Îranê bi qasî seatek gund û zozanên ser bi devera Sîdekanê topbaran kirine.
Îhsan Çelebî herwiha eşkere kiriye ku 5 rokêtên katûşiya yên Îranê ber bi gundê Telaniyan ve hatine avêtin.
Ji bilî zirarên madî yên topbaranê ti zirarên din çê nebûne û du xaniyên welatiyan rastî zirarên madî hatine.
Herwiha di dema topbaran kirina deverê de balfireke nenas jî bi ser esmana deverê de ziviriye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin