Derbarê êrîşên DIŞIê de daxuyaniyek weşandiye.
Nunera parlementoya Ewrûpayê ya bo karûbarên Îraqê, Sara Skyttedal derbarê êrîşên vê dawiyê yên terorîstên DIŞIê li Îraqê de, daxuyaniyek nivîskkî weşandiye.
Di daxuyaniya han de Sara Skyttedal eşkere kiriye ku Ewrûpa berdewam dibe li ser hevkarî kirin û piştîvanî kirina Kurdistan û Îraqê bo şerê dijî DIŞI û terorê.
Di beşeke dinya daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku piştîvaniyên Ewrûpayê yên bo Kurdistan û Îraqê vê mayinde bibin û heta metirsiyên DIŞI û terorê di holê de hebin, vê piştîvaniyên Ewrûpayê jî berdewam bin.
Weke tê zanîn di wan demên dawî de DIŞI êrîşên xwe bo ser hêzên ewlekarî yên Îraqê û welatiyên medenî bi taybetî li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê zêdetir kiriye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin