Erbil 38°C Tuesday 19 Aug 02:04

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Patriyark Mar Awayê Sêyem kir

piştîvaniya azadiya olî dike.
کوردستان TV
100%

Îro pênçşem 9ê Îlona 2021an Serokê herêma Kurdistanê  Nêçîrvan Barzanî di peywendiyeke telefoniyê de li gel Qedasetê Partriyark Mar Awayê Sêyem, bi helkefta hilbijartina wî ya bi Partriyakê Dêra Rojhilata Aşûrî pîrozbahiyê lêkir.

Serokê herêma Kurdistanê  Nêçîrvan Barzanî piştgîriya xwe ji bo azadiya olî û pêkvejiyan û lêborînî û hevdû qebûlkirina pêkhatan dûpat kir û balkişand li ser rola Dêrê û pêgeha wan ya olî ya li bihêzkirina wê kultûra li civaka Kurdistan û Iraqê da û hêviya serkeftinê ji bo kar û erkên Qedasetê Partriyak xwest.

Ji aliyê xwe ve Qedasetê Partriyark Mar Awayê Sêyem, spasî Serok Nêçîrvan Barzanî kir û tekez li ser girîngiya rola birêz ya li piştgîriya pêkve jiyan û azadiya li herêma Kurdistanê kir.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.