Erbil 38°C Tuesday 19 Aug 02:08

Kanada dixwaze têkiliyên xwe li gel Kurdistanê bihêztir bike

kanada girîngî dide pêgeha Kurdistanê li deverê de.
کوردستان TV
100%

Sefîn Dizeyê li gel Berpirsê karûbarên balyozxaneya Kanadayê civiyaye.

Navenda têkiliyên derve ya hikûmeta Kurdistanê daxuyaniyek weşandiye û têde behsa vê yekê kiriye ku îro berpirsê têkiliyên derve yên hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dizeyê li gel berpirsê nivîsîngeha balyozxaneya Kanadayê ya li Hewlêrê Iev Duval kiriye.

Di civînê de berpirsê nivîsîngeha balyozxaneya Kanadayê behsa girîngiya rol û pêgeha herêma Kurdistanê li deverê de kiriye û ragihandiye ku Kanada girîngiyeke taybet dide herêma Kurdistanê.

Iev Duval îro jiber destbikar bûna xwe serdana nivîsîngeha têkiliyên derve yên hikûmeta Kurdistanê kiribû.

Her di civînê de Iev Duval balkêşandiye ser vê yekê ku Kurdistan xwedan pêgeheke girînge li deverê de û Kanada jî girîng bi têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê dide lewre dixwaze têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê berfiretir bike.

Sefîn Dizeyî jî li ser navê hikûmeta Kurdistanê behsa xwesteke hikûmeta Kurdistanê bo pêşde birina têkiliyan li gel Kanadayê kiriye û ragihandiye ku hikûmeta Kurdistanê piştîvaniya karûbarên nivîsîngeha balyozxaneya Kanadayê dike.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.