Îro salvegera destpê kirina şoreşa Îlonê ye.
Mesrûr Barzanî di 60mîn salvegera destpê kirina şoreşa Îlonê de peyamek weşandiye ku naveroka peyamê wisaye;
di 60mîn salvegera destpê kirina Şoreşa mezin ya Îlonê bi Rêberatiya Barzaniyê Nemir, birêzdarî ve, tevahiya wan pêşmergeyên qehreman û têkoşerên Kurdistanê bibîr tînin ku ji pêkhateyên cuda yên gelê Kurdistanê, di şoreşa seraserî ya Kurdistanê de beşdar bûne, ku çendîn destkeftên netewî û nîştimanî bidest aniye.
Bîr anîna şoreşa mezin ya Îlonê, bîr anîna dîroka berevanî, têkoşîn, qurbanîdan, parastina mafên gelê Kurdistanê, ji hebûn û nasnameya netewî û mafên reva yên gelê Kurdistanê ye, her çend gelê Kurdistanê her tim piştîvanî ji rêbazên aştiyane û giftûgoyê kiriye bo bidest anîna mafên netewî, lê bi îradeyeke bihêz jî , berevanî ji mafên xwe kiriye ku di encama berevanî û berxwedaniya gelê Kurdistanê de yek ji destkeftin mezin yê şoreşa Îlonê, rêkeftina dîrokî ya 11ê Adarê bû, derkete holê, di encama rêkftina han de rejîma Besê neçar ma hinek ji mafên netewî yên gelê Kurdistanê qebûl bike.
Îro di demekê de şoreşa Îlonê bibîr tînin ku partiya demokrata Kurdistanê berdewame li ser rola xwe ya pêşengî di rêberatî kirina gelê Kurdistanê û berevanî kirin ji destkeftî û mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê.
Bi dehan sale ku Partiya demokrata Kurdistanê hertim çavkaniya hêvî û parêzvanê rastîn ya destkeftî û mafên xelkê Kurdistanê ye û herwiha faktereke bihêz ya diliniyayî, aramî û avedaniyê ye.
Ji ber vê çendê di erefeya hilbijartinên parlementoya Îraqê de, em piştrastin ku xelkê Kurdistanê baweriya xwe ya bihêz bi PDKê û peyama netewî û nîştimanî dubare dike, daku rêberatî kirina karwana gelê Kurdistanê bidomîne bo bidest xistina destkeftên zêdetir û pêşerojeke geş û Kurdistaneke bihêz.
Silav bo rihê paqêj ya şehîdên şoreşa Îlonê û tevahiya şehîdên Kurdistanê.
Mesrûr Barzanî
11 Îlona 2021
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin