Erbil 38°C Tuesday 19 Aug 02:05

Îran berdewame li ser topbaran kirin

heta niha derbarê zirarên topbaranê de zaniyarî nehatine bidestxistin.
کوردستان TV
100%

Îro jî dîsa devera Sîdekan topbaran kir.

Peyamnêrê Kudistantv yê li devera Sîdekanê ragihand ku îro seat 4ê sibê topxaneyên artêşa Îranê dîsa dest bi topbaran kirina deverên sînorî yên herêma Kurdistanê kiriye.

Li gor zaniyariyên ku Peyamnêrê me dane, îro topxaneyên Îranê gundê Berbizin û derdorê bi tubdî topbaran kirine û topbaran hîn jî didome.

Heta niha derbarê zirarên topbaranê de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.

Weke tê zanîn beriya hefteyekê Rayedarê artêşa Îranê gefa êrîş kirine ser navendên partiyên Kurdî kiribû û ev 4 roje rejîma Îranê jî wan deveran bi tundî topbaran dike.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.