Di 60mîn salvegera destpê kirina şoreşa Îlonê de peyamek weşand.
Serok Barzanî bi minasebeta 60 saliya destpê kirina şoreşa Îlonê peyamek bo raya giştî weşand ku ev jî naveroka peyamê ye;
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Şoreşa mezin ya Îlonê bi Rêberatiya cenabê Barzaniyê Nemir mezintirîn şoreşa siyasî, çekdarî û seranseriya gelê Kurdistanê bû bo bidest anîna mafên neteweyî yên gelê Kurdistanê. Şoreşa Îlonê îrade û bawer bi xwebûn bo mirovê Kurd vegerand û bû bingeheke bi hêz ya siyasî û fikrî û cemawerî ya xebata rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê li dijî sîtem û dagîrkeriyê.
Şoreşa Îlonê şoreşeke resen û xwemaliya Kurdistanê bû ku têda hemû çînên civaka Kurdistanî li netewe û olên cûda, li hemû navçeyên Kurdistanê bi hevre palpiştiya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bûn û ji bo yek armanca pîroz xebatê kirin. Her ev jî bû sedema wê yekê ku serwerî û dîrok û destkeftên mezin ji bo gelê Kurdistanê bê tomar kirin û li ser asta navçeyê û cîhanê deng veda
Tevahiya ew destkeft û têkoşîn û geşbûna siyasiya li Kurdistanê da pêkhat dirêjahiya qurbanîdan û têkoşîna gelê me ya li şoreşa Îlonê de bûn. Ji bo wê yekê wane û bihayên wê şoreşa mezin divê ji bo me hemûyan bi bilindî bimîne û bibe ronahiya rêya me ya paşerojê.
Di bîranîna 60 saliya hilpêkirina şoreşa Eylûlê da, rêz û pêzanînên min ji bo wan hemû qehreman û xebatkar û kedkaran heye ku li şoreşa Eylûlê da rola wan hebû û qurbaniyê dan, çi ewên li nav me da nemane û ewên ku hê jî li jiyanê da mane.
Di vê bîranîna pîroz da hezaran silav li giyanê pakê şehîdên şoreşa Eylûl û hemû şehîdên rêya azadiyê.
Mesûd Barzanî
11.09.2021
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin