Parêzgarê Helebceyê jî têde beşdare.
Birare îro şemî 11ê Îlona 2021an parêzgarên Îraqê li gel her çar parêzgarên Kurdistanê jî li Bexdayê li gel Serokwezîrê Îraqê bicivin.
Li gor zaniyariyên berdest, hikûmeta Îraqê di destpêkê de qebûl nekiriye ku, Parêzgarê Helebceyê di civînê de beşdar be, lê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî helwesteke tund raber kiriye.
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji rayedarên Îraqê re gotiye ku eger parêzgarê Helebceyê di civînê de beşdar nebe vê her sê parêzgarên din yên Kurdistanê jî beşdarî di civînê de nekin.
Jiber vê helwesta Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî jî qebûl kiriye ku parêzgarê Helebceyê jî di civînê de amade be.
Vê di civînê de Serokwezîr li gel parêzgaran behsa rewşa parêzgehan û çend mijaran bike.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin