Erbil 38°C Tuesday 19 Aug 02:06

Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî ya li bîranîna şoreşa mezina Eylûlê da

dibêje şoreşa îlonê gelê Kurdistanê gehande îro.
کوردستان TV
100%

Di bîranîna şêst saliya hilpêkirina şoreşa mezina Eylûlê da, bi rêz û rûmetê ve bîranîna rêberê şoreşê Barzaniyê Nemir û hevalên wî û tevahiya şehîdên şoreşê û Kurdistanê dikîn, silav û rêz ji bo giyanê wan yê pak dişînin û serê rêz û rûmetê li ber wan da ditewînîn.

Şoreşa mezina Eylûlê, dawika şoreşên Kurdistane ku yek ji serdemên herî dijwarên dîrokê de hemû çîn û pêkhatên Kurdistanî li bin serkirdayetiyeke cihê baweriyê û li îradeyeke yekgîrtî da komkir bo ku pêkve û bi navê yek armancê da berengariya sîtem û zordariyê bibin û daxwaza azadî û mafên xwe bikin.

Şoreşa mezina Eylûlê îradeyeke polayîn û bingeheke li gelê Kurdistanê da dirust kir ku êdî tu demekê nedibû bişkê, ji bo wê yekê piştî alîkariyên navdewletiya li şoreşê, demeke kêm de gelê Kurdistanê rêzên rêkxist û dûbare hate nav kora xebat û têkoşîn û rûbirûyê hemû hêz û çek û zebir û zengeke desthilatiya wê demê ya Iraqê bû.

Şoreşa mezina Eylûlê û bandor û pêgeh û dengvedana wê ya li ser asta navçeyê û cîhanê, bûne bingehek ku rêkeftina 11ê adarê û hemû destkeft û pêşketinên piştî wê gelê Kurdistanê li ser avakirin, destkeftê herî mezin jî dirustkirina şanazî û nasnameya niştimanî û neteweyî û îrade û giyanê berengarî û berdewamiyê bû ku gelê Kurdistanê bi îro gihand.

Bila bîranîna şoreşa mezina Eylûlê ku şoreşa tevahiya gelê Kurdistanê bû, bikîn hewên û bingeha yekrêzî û tebayî û pêkvejiyana hemû pêkhatên Kurdistanê û bi heman giyana şoreşê, bi navê paşerojeke baştir û çespandina federalî û parastina kiyan û qewareya Herêma Kurdistanê û destkeftên wê da, pêkve hengavan bavêjîn û kar bikîn.

Herdem bilind û bi rûmet bê bîranîna şoreşa mezina Eylûlê û silav û rêz ji bo giyanê pakê şehîdan.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

11.09.2021

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.