Erbil 38°C Tuesday 19 Aug 02:07

Serokwezîr li gel Konsulusê nû yê Brîtanyayê civiya

Brîtanya pêbendî piştîvanî kirina Kurdistanê ye.
کوردستان TV
100%

Brîtanya berdewam dibe li ser piştîvanî kirina Kurdistanê.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulusê nû yê Brîtanyayê yê li Hewlêrê kir û piştî bi dawî hatina civînê jî, Serokwezîr li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro yekşem 12ê Îlona 2021an me pêşwaziya Konsulusê nû yê giştî yê Brîtanyayê yê li herêma Kurdistanê David Hent kir.

Di civînê de hevdem li ge pîrozbayî kirin li Konsulusê nû yê giştî yê Brîtanyayê li herêma Kurdistanê, jiber destbikar bûna wî, me hêviya vê yekê jî xwest ku di pîwerdariya xwe ya nû de serkeftî be û zêdetir pere bi têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û Brîtanyayê bide.

Konsulusê giştî yê Brîtanyayê jî jiber hemahengî û hevkariya dezgehên têkilidar yên hikûmeta herêma Kurdistanê li gel Konsulusxaneya Brîtanyayê, spasiya hikûmeta Kurdistanê kir û amade bûna welatê xwe ya bo zêdetir pêşde birina têkiliyan di her warî de li gel herêma Kurdistanê diyar kir, bi taybetî di warê hêlbirînê de.

Nav hatî herwiha stayîşa hewldanên me yên bo reforman ya kabîneya 9an bi taybetî reformên wezareta pêşmerge kir û piştîvaniya Brîtanyayê jî bo aramiya herêma Kurdistanê diyar kir.

Têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta fedralî û hilbijartinên pêş yên parlementoya Îraqê mijarên din yên civînê bûn.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.