Behsa metirsiyên terorê kirin.
Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Siûdiyeyê yê li Îraqê Ebdulezîz Şemerî kir.
Di civînê de Ebdulezîz Şemerî silav û rêzên şahê Siûdiye û Cînişînê Siûdî gehande Serokê herêma Kurdistanê û tekez li ser xwesteke Siûdiyeyê ya bo pere pêdana têkiliyên navbera Kurdistan, Îraq û Siûdiyeyê kir.
Her di haman civînê de nîqaş li ser rewşa giştî ya deverê û gef û metirsiyên terorê li ser rewşa giştî ya deverê hate kirin.
Di berdewamiya civînê de balyozê Siûdiyeyê piştîvaniya welatê xwe bo aramiya Îraq, Kurdistan û deverê diyar kir û her du alî tekez li ser girîngiya ramaneke hevbeş ya bo çareser kirina kêşeyên heyî û parastina aramiya deverê kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin