Erbil 38°C Tuesday 19 Aug 04:47

Patrîk: Bihevre jiyan li Kurdistanê gelek girînge

daxwaz ji welatiyên mesîhî dike rêz ji zagonên Kurdistanê bigirin.
کوردستان TV
100%

Îro bi fermî dest bi kar kir.

Patrîkê kilîseya Aşûriyan ya li Rojhilatê, Mar Awua sêyem yaku îro bi merasîmeke fermî dest bikar kiribû, piştî merasîmê gotarek pêşkêş kir û balkêşande ser çanda bihevre jiyana aştiyan ya li Kurdistanê de.

Patrîk di gotara xwe de diyar kir ku, demeke dirêje ku Kurdistanê bûye navenda bihevre jiyana aştiyane ya pêkhateyan li Kurdistanê de û em ev çanda han gelek girîng dizanin.

Nav hatî di gotara xwe de spasiya Serok Barzanî, Serokê herêmê, Serokwezîr û xelkê Kurdistanê kir û ragihand ku gelê Kurdistanê û rayedarên hikûmeta Kurdistanê pêşwaziyeke baş ji wan pêkhateyên olî kirine ku jiber terorê berê xwe dane Kurdistanê.

Patrîk di beşeke din ji gotara xwe de daxwaz ji welatiyên mesîhî û pêkhateyên din yên olî kir daku rêz ji zagonên Kurdistanê bigirin jiber ku li Kurdistanê de jiyaneke wan ya birûmet heye.

Weke tê zanîn îro bi merasimeke fermî partîk Mar Awua sêyem dest bikar kir û ev dibe 122mîn partîkê kilîseya han.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.