Erbil 38°C Tuesday 19 Aug 04:46

Sala nû ya Akademîkî li Kurdistanê destpê kir

miliyonek û 800 hezar Xwendekar li seraserê Kurdistanê de hene.
کوردستان TV
100%

Nêzî 2 miliyon Xwendekar beşdarin.

Îro sêşem 14ê Îlona 2021an, li seraserê Kurdistanê sala nû ya xwendinê ( akademîk) destpê kir.

Di vê çarçoveyê de Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li debistana şehîd Îbrahîm, zengola destpê kirina sala nû ya xwendinê lê da.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotara xwe de spasiya berxwedana Mamosteyan kir û rola Mamosteyan bi girîng wesif kir û daxwaz jî ji Mamoste, Xwendekar û rayedarên îdarî yên perwerdehiyê kir daku rêkarên tendirostî yên bo xweparêzî ji Koronayê cîhbicîh bikin.

Li seraserê Kurdistanê 1 miliyon û 800 hezar Xwendekar hene ku ji wan miliyonek û 725 hezar di debistanên giştî de dixwînin û 90 hezarên din jî di debistanên taybetî de dixwînin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.