Erbil 38°C Tuesday 19 Aug 04:46

Îdareya serbixwe ya Soranê hat ragihandin

dibêje lazime xizmeteke zêdetir pêşkêşî şêniyên deverê were kirin.
کوردستان TV
100%

 

Serokwezîrê Kurdistanê bi fermî Soran kiriye îdareyeke serbixwe.

Piştî ku di civîna meha Tîrmehê ya civata wezîran de, biryar hate dayîn daku, Zaxo û Soran bibin îdareyên serbixwe, îro 14ê Îlonê li Soranê bi beşdariya Serokwezîr Mesrûr Barzanî merasîmek hate organîzekirin.

Di merasîmê de Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku ji îro pêve, îdareya Soranê bûye îdareyeke serbixwe û nehewceye bo cîhbicîh kirina karûbarên îdarî serdana Hewlêrê were kirin.

Her di heman merasîmê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî gotara xwe ya kurt domand û ragihand ku devera Soranê û şêniyên vê deverê xwedan roleke dîrokîne di nava tevgera azadîxwaz ya gelê Kurdistanê de, qurbaniyên gelek zêde dane û hertim piştîvanê serekî yên şoreşa Kurdî bûne lewre lazime xizmetên gelek zêdetir pêşkêşî wan were kirin.

Mesrûr Barzanî herwiha anî ziman ku bi ragihandina îdareya serbixwe ya li Soranê, vê gelek karasanî di cîhbicîh kirina karûbarên rojane yên îdarî de bo şêniyên deverê were kirin.

Bajarê Soranê 115km li bakûrê rohilatê Hewlêrê ye û hijmara şêniyên bajar jî zêdetir ji 125 hezar kese.

Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de qala prosesa reforman kir û ragihand ku prosesa reforman û guhertinan berdewam dibe û hikûmeta Kurdistanê hewl dide ku bi cîhbicîh kirina sîstemeke nû xizmetgozariyên zêdetir di kêmtirîn dem de pêşkêşî tevahiya welatiyan bike.

Barzanî herwiha daxwaz ji xelkê jî kir daku li hember Koronayê baldar be û rêkar û şîretên tendirostî yên xweparêziyê cîhbicîh bike.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.