Erbil 38°C Tuesday 19 Aug 07:12

Çalakvanekî Kurd bi eşkenceyê hate qetil kirin

heta niha termê wî jî nedane malbeta wî.
کوردستان TV
100%

Ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye qetilkirin.

Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê, çalakvanekî Kurd xelkê bajarê Pîranşar ya Rojhilatê Kurdistanê di girtîgeha navendî ya Urmiyeyê de di bin eşkenceyê de canê xwe ji dest daye.

Navenda Hengawê belav kiriye ku çalakvanê mafên mirovan, Yasir Mengorî ku beriya du mehan ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû girtin, jiber eşkenceya dijwar li girtîgeha Urmiyeyê canê xwe ji dest daye.

Heta niha termê Yasir Mengorî radestî malbeta wî nehatiye kirin.

Roja 8 Îlonê îtlaata Îranê ji malbeta Mengorî re ragihandiye ku Yasir Mengorî di şer û pevçûnekê de li gel hêzên ewlekarî hatiye kuştin.

Weke tê zanîn di nava 4 salan de bi giştî 23 çalakvanên Kurd dibin eşkenceyê de canê xwe ji dest dane ku 15 ji wan çalakvanên siyasî bûne.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.