Erbil 38°C Tuesday 19 Aug 07:12

Qedexeya li Colemêrgê berdewame

li deverê hîn jî operasiyonên leşkerî hene.
کوردستان TV
100%

Operasiyonên leşkerî jî li deverê berdewamin.

Walîtiya Colemêrgê ya li Bakûrê Kurdistanê ragihandiye, qedexeya ku beriya 15 rojan hatibû ragihandin bo 15 rojên din hatiye dirêjkirin.

Li gor daxuyaniya walîtiya Colemêrgê, jiber hebûna operasiyonên leşkerî li deverê biryar hatiye dayîn daku 15 rojên din li bajarê organîze kirina her cure aheng, çalakî û kombûnên girseyî werin qedexekirin.

weke tê zanîn piştî bûyerên 15ê Tîrmeha 2015an heta niha li piraniya bajarên Bakûrê Kurdistanê, rewşeke awarete hatiye sepandin û qedexeya hatûçû û kombûnan li piraniya bajarên Bakûrê Kurdistanê didome.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.