Erbil 38°C Tuesday 19 Aug 09:35

Serokê herêma Kurdistanê li gel Wezîrê Berevaniya Brîtanya civiya

Serokê herêmê duhê serdana Brîtanyayê kiribû.
کوردستان TV
100%

Êvariya duhê çarşem Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Londonê li gel Wezîrê Berevaniya Ben Wallace Brîtanya civiya.

Di civînê de ku Wezîrê Hêzên Çekdaran û Balyozê Brîtanya li Iraqê amade bûn, pêşhatên dawî yên şerê dijî terorê li Iraqê û metirsiyên serhildana DIŞIê hatin nirxandin û her du alî hemfikir bûn ku DIŞI hîn jî li ser asayîş û aramiya Iraq û navçeyê û cîhanê jî gef û metirsiyeke rastîne û hê jî piştgîrî û alîkariya civaka navdewletî ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê ya ji bo rûbirûbûn û ji navbirina wê pêwîste.

Wezîrê Berevaniya Brîtanya tekez li ser berdewamiya beşdarî û erkê hêzên welatê xwe ya li çarçêweya Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DIŞI da kir û hemû piştgîriyeke Şahnişîna Yekgirtî ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê li rûbirûna terorê da dûpat kir. Her wiha pêzanîn û pesnê jî bo qurbaniyan û rola Pêşmerge û Herêma Kurdistanê ya li têkşikandina DIŞI da, diyar kir.

Ji aliyê xwe ve Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spas û pêzanînên xwe ji bo rola Brîtanya û piştgîrîkirina li Iraq û Herêma Kurdistanê ya li şerê dijî terorê da dûpat kir û hevkariyên serbaziyên Brîtanyayê bilind nirxand, bi taybetî jî balkişand li ser hebûna şêwirmedan û tîmên wan û fêrkirin û rahênana wan ya bi Pêşmerge kir.

Girîngiya alîkarî û hemahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê bi piştevaniya hevpeymanan ya ji bo rûbirûbûna terorê, çaksazî û hengavên ji bo yekxistina Pêşmerge, rewşa emnî ya Iraq û navçeyê bi giştî û çend pirseke dinê girîng û hevbeş, mijarên dinên civînê bûn.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.