Erbil 38°C Tuesday 19 Aug 09:34

Fûad Husên çû Siûdiyeyê

di civînê de nîqaş li ser kêşeyên li herêma kendavê tê kirin.
کوردستان TV
100%

Beşdarî di civînekê de dike.

Îro pêncşem wezîrê derve yê Îraqê Fûad Husên bi serdaneke fermî gehêşte Riyaza paytexta Siûdiyeyê.

Wezîrê derve yê Îraqê Fûad Husên vê di çarçoveya serdana han de beşdarî di civîna wezîrên derve yên welatên endam di civata hevkariya kendavê de bike.

Di civîna wezîrên derve yên welatên endam di civata hevkariya kendavê de, vê nîqaş li ser hin kêşe û arîşeyên li kendavê, herêmê û mijarên girîng yên cîhanî were kirin.

Tê payîn ku wezîrê derve yê Îraqê di çarçoveya civîna han de, çend civîn û hevdîtinên cuda li gel rayedarên welatên beşdar di civînê de pêk bîne û behsa têkiyên navbera Îraq û wan welatan bike.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.