Ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye kuştin.
Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê, îro hêzên çekdar yên Îranê, li ser sînorê devera Bane ya li Rojhilatê Kurdistanê, êrîşî ser karwaneke din ji kolberên Kurd kirine.
Di encama êrîşa han de Kolberekî Kurd bi navê Mihemed Emîn Qadirî canê xwe ji dest daye.
Hengawê diyar kiriye ku di nava 8 mehên derbasbûyî de tenê li sînorê Baneyê 8 kolber ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin