Serokwezîr biryar daye ku deriya han were çê kirin.
Şêwirmendê Serokwezîrê Kurdistanê yê bo karûbarên Êzidiyan Şêx Şamo ragihand ku Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya bernameya hikûmeta Kurdistanê de ya bo xizmet kirina Êzidiyan, parastina çîhên wan yên olî û awedan kirina Şingalê de biryareke nû daye.
Şamo eşkere kiriye ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî biryar daye daku deriyeke serekî bo perestgeha Laleşê were çêkirin.
Nav hatî diyar kiriye ku her bi biryara Serokwezîr bi qasî 180 miliyon û 970 hezar dînar jî bo çê kirina deriya han hatiye dabînkirin.
Beriya niha jî bi biryara Serokwezîr du projeyên din li Laleşê hatibûn cîhbicîhkirin ku yek ji wan çê kirina rêya serekî ya perestgehê û proja din jî dabîn kirina erdeke mezin bo çandina darên Zeytûnan bû.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin