Erbil 38°C Tuesday 19 Aug 12:04

HC: Em berdewam dibin li ser piştîvaniyên xwe

dibêje em rê nadin careke din DIŞI vegere deverê.
کوردستان TV
100%

Dibêje pêşmerge û artêşa Îraqê hevbeşên me yên serekîne.

Peyvdarê hevpeymaniya cîhanî Wayne Marotto di peyamekê de ku li ser hesabê fermî yê twitterê belav kiriye nivîsandiye: Hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê di şerê dijî terorê de hevpeymanên me yên serekîne.

Wayne Marotto herwiha diyar kiriye ku hevkarî û piştîvaniyên hevpeymaniya cîhanî yên bo hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê bo dabîn kirina aramî û ewlekariya Îraqê û şerê dijî terorê berdewam dibin.

Nav hatî tekez li ser vê yekê kiriye ku bihevre bihêzên û ti careke din rê nadin DIŞI vegere û xwe bihêz bike.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.