Telefûn ji firoşgehek diziye.
Birêveberatiya Polîsê Hewlêrê ragihand ku hêzên asayîşê li taxa Şaweyis ya li Hewlêrê karîne kesek binçav bikin ku ji firoşgeheke taxa Şaweyisê telefûn diziye.
Li gor daxuyaniya polîsê Hewlêrê ev kesê han kariye derî û camên firoşgehekê li taxa Şaweyis bişkîne û 15 telefûn ji firoşgehê bidize.
Polîs diyar kiriye ku dest bi ser 15 telefûnên dizî de hatiye girtin û lêkolîn ji dizê girtî jî destpê kiriye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin