Erbil 38°C Tuesday 19 Aug 13:48

Serok Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî YZIK kir

behsa rola yekîtiya han di nava tevgera azadîxwaz ya gelê Kurdistanê de dike.
کوردستان TV
100%

Îro 51mîn salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên ola îslamê ya Kurdistanê ye.

Bi minasebeta 51mîn salvegera damezrandina yekîtiya zanayên ola îslamê ya Kurdistanê Serok Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku ev jî tekesta peyamê ye;

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi minasebeta 51mîn salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê, pîrozbahiyên xwe pêşkêşî mamostayan û zanayên mezinên ola Îslamiya Kurdistanê û Serok û Endamên Mekteba Tenfîzî û Encûmena Navendî ya Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê dikim.

Damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê li ser destê cenabê Barzaniyê Nemir hengaveke girîng bû ber bi bihêztirkirina rola mamostayan û kesayetiyên mezinên olî ya bihêzkirina bingehên dîndarî û xwedanasî û belavkirina çanda pêkvejiyanê û mirovdostî û her wiha hişyarkirina welatiyên li hemû navçe û bajar û gundên Kurdistanê.

Heman demê de jî mamostayan û zanayên ola Îslamiya Kurdistanê li qonaxa xebat û şoreşê da roleke ber bi çav hebû li bilindkirina hişyariya neteweyî ya xelk û nasandina mafan û redkirina zulm û bindestiyê.

Herwiha rol û bandora Yekîtiya Zanayan û mamosta û kesayetiyên olî gelek bi bilind dinirxînim ku ji wê dema teror gefeke mezine li asta navçeyî û cîhanî da bi hîkmet û şarezayiya wan li bingeha pîrozên olî sedemeke bihêz bûne ji bo wê yekê ku hizra tundî û terorê nikarê li nav gelê me cîh û pêgeha xwe veke.

Bi helkefta vê bîranîna girîng hêviya serkeftinê ji bo Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî dixwazim û spasî ked û erkê wan yê pîroz dikim.

Xwedayê mezin pişt û penaya me hemû aliyek bê.

Mesûd Barzanî

21.09.2021

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.