Li girtîgeha Urmiyeyê hatine kuştin.
Du welatiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ku di destpêka meha Tebaxê de hatibûn girtin, jiber eşkenceya îtlaata Îranê hatine kuştin.
Di vê derbarê de navenda mafên mirovan ya Hengawê ragihand ku du welatiyên Kurd yên ku şêniyên bajarê Neqede bûne û di destpêka meha Tebaxê de ji aliyê îtlaatê ve hatibûn girtin, di bin eşkenceya îtlaatê de canê xwe ji dest dane.
Hengawê diyar kiriye ku ev her du welatiyên han li girtîgeha Urmiyeyê bi eşkence kirinê hatine kuştin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin