Derbarê 51mîn salvegera damezrandina Yekîtiya zanayên ola îslamê ya Kurdistanê peyamek pêşkêş kir.
Serokê wezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber 51.mîn salvegera damezrandina Yekitiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê peyamek belav kir.
Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî waha ye:
Di salvegera 51.mîn a damezrandina Yekitiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê de, pîrozbahiyê li Serok û Dibistana Cîhbicîh kirin û encûmena navendî û hemû mamostayên olî yên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim.
Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê xwedî roleke giring û berçav bûne di tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê de û berevanî kirina li pirsên niştimanî û herwaha pêşxistina hizra nermbûn û pêkvejiyana aştiyaneya olî Kurdistanê de. Hêvîdarim zanayên olî berdewam bikin di tekoşîna hember tundiyê û pêşxistina lêburdeyî û rijdbuna li ser maf û destkeftên gelê Kurdistanê de.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
21.09.2021
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin