Peyvdarê PDKê daxuyanî da çapemeniyê.
Îro piştî bi dawî hatina civîna civata Serokatiya Partiya demorkata Kurdistanê ya bi Serokatiya Serok Barzanî, peyvdarê PDK Mehmûd Mihemed daxuyaniyeke taybet derbarê naveroka civînê de, ji Kurdistantv re ragihand ku Serok Barzanî di civînê de tekez li ser vê yekê kiriye ku dixwaze tevahiya pêkhateyên Îraqê di desthilatdarî û îdare kirina welat de hevbeş bin.
Mehmûd Mihemed di berdewamiya axaftinên xwe de behsa vegera partiya demokrata Kurdistanê bo Kerkûk û derdorê kir û ragihand ku bi vegera PDKê bo Kerkûk û derdorê, vê ev deverên han dîsa zindî bibin, xizmetgozarî bigehêjin wan deveran û ev dever dîsa werin vejandin.
Mihemed derbarê hilbijartinên Îraqê de jî diyar kir ku, rixmî astengiyên heyî yên ku li hin deveran rastî Berbijêrên PDKê tên, lê em hewl didin ku pêgeha xwe biparêzin û hijmara dengên xwe jî zêdetir bikin û armanca me jî eve.
derbarê hin gotinên hin aliyan ku dibêjin ev li dijî vegera PDKê ne bo deverê, Mihemed eşekre kir ku ev ji rihê Kurdatiyê ya li deverê ditirsin, Kerkûk, bajareke Kurdistaniye, bila kerem bikin madeya 140 ya destûra Îraqê cîhbicîh bikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin