Li gel rayedarên qezaya han civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana qezaya Simêlê ya ser bi Dihukê kir.
Di serdana han de yaku Parêzgarê Dihukê jî têde beşdar bû, Serokwezîr li gel rayedarên qezaya Simêlê civiya û guhdariya kêşe û daxwazên şêniyên qezaya han girt.
Her di heman civînê de Mesrûr Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku, hikûmeta herêmê hewl bo vê yekê dide ku bêyî ti cudatî xizmetgozarî pêşkêşî tevahiya dever û şêniyên Kurdistanê bike.
Barzanî diyar kir ku, hikûmeta Kurdistanê li gor îmkan û karînên berdest berdewam dibe li ser cîhbicîh kirina projeyên xizmetgozarî li seraserê Kurdistanê de.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin