Erbil 38°C Tuesday 19 Aug 15:56

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke leşkerî ya Amerîkî kir

behsa şerê dijî DIŞIê û metirsiyên DIŞIê hate kirin.
کوردستان TV
100%

Piştî nîvroya îro sêşem 21.09.2021 Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pêşwaziya Berpirsê leşkerî û Berpirsê Nivîsîngeha Alîkariya ewlekarî ya Amerîkî li Iraqê General Kiss Philips û leşkerî û dîplomatîkî ya li gel kir.

Di civînê de pêşhatên emnî û serbaziyên dawî yên li Iraqê, rûbirûbûna terorê û tevger û kirdarên DIŞI li Iraq û Sûriye, rewşa Deşta Nînowa û Şingalê, çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û alîkarî û hemahengiya di navbera Pêşmerge, Artêşa Iraqê û hêzên hevpeymanan û bi armancgirtina hêzên hevpeymanan li Hewlêrê hate gutfûgo kirin.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku têkşikandina DIŞI, ya ji bo aramiya Iraq û navçeyê girînge û spasî hevkarî û piştgîriya Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletiya li Iraq û Herêma Kurdistanê kir, her wiha mikurî û pêgiriya bi çaksaziyên Wezareta Pêşmerge ya ji bo rêkxistina hêzan û girîngiya piştgîriya Amerîka û welatên dinê dost li proseyê de, dûpat kir.

Ji aliyê xwe ve General Philips behsa guhertina erkê hêzên Amerîka li çarçêweya diyaloga Iraq û Amerîkayê da kir û tekez li ser alîkarî û hemahengiya piştrastbûna ji têkşikandina yek carekiya Da’îşê kirin, her wiha ragihand ku ew bi girîngiyê ve li proseya çaksaziya li Wezareta Pêşmerge dinêrin û li vî derbarî de hevkar dibin.

Pêşketinên navçeyê û metirsî û derfet û rewşa Efxanîstan û encamên wê, çend aliyeke dinê civînê bûn ku birêz Konsolê Giştî yê Amerîka jî amade bû.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.