Jiber dizî kirinê hatine girtin.
Birêveberatiya polîsê nehêştina tawanan li parêzgeha Silêmanî ragihand ku hêzên wan karîne 5 kesan jiber dizî kirinê binçav bikin.
Ev her 5 kesên han li Çemçemalê jiber dizîna kelûpelên tirimbîlan hatine girtin.
Ev dizên han piştî vê yekê hatine girtin ku hinek şêniyên bajarokê Çemçemalê doz vekirine û ragihandine ku li navçeya pîşesazî ya vê bajarokê û çend cîhên din yên bajarokê, kelûpelên tirimbîlên wan hatine dizîn.
Piştî vekirina dozê, polîs jî dest bi lêkolînan kiriye û kariye ev 5 kesên han di dema dizîkirinê de binçav bike.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin