Erbil 38°C Tuesday 19 Aug 15:56

Nemsa dixwaze têkiliyên xwe li gel Kurdistan bihêz bike

duhê jî civîneke bazirganî di navbera her du aliyan de hatibû lidarxistin.
کوردستان TV
100%

Serokê herêmê li gel balyozê Nemsayê civiya.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Nemsayê yê li Îraqê Oskar Wüstinger kir.

Di civînê de Serokê herêmê û balyozê Nemsayê behsa têkiliyên dîrokî û dostane yên di navbera Kurdistan û Nemsayê kir û xwesteka xwe bo pêşde birin û bihêztir kirina têkiliyên han diyar kir.

Di berdewamiya civînê de balyozê Nemsayê kêfxweşiya xwe ya li hember pêşkeftinên heyî li Kurdistanê de diyar kir û stayîşa rola hêzên pêşmerge ya bo têkbirina terorê kir.

Her di heman civînê de behsa civîna şanda bazirganî ya Nemsayê ya li gel bazirgan û pîşesazên Kurdistanê yaku duhê li Hewlêrê hatibû lidarxistin kir û balozê Nemsayê hêviya vê yekê xwest ku ev civîna han bibe pêngava yekem ya bo vegera kompaniyên Nemsayî bo Kurdistanê.

Nêçîrvan Barzanî ji rixmî stayîşa dostatî, hevkarî û piştîvaniyên Nemsayê bo Kurdistanê ragihand ku Nemsa yekem welat bû ku di salên 1970an de deriyên xwe bo penaberên Kurd vekiriye.

Barzanî diyar kir ku, hebûna geştên raste rast yên ji Viena bo Hewlêrê pêngaveke gelek girînge bo bihêztir kirina têkiliyên navbera her du aliyan û herwiha deriyeke girîng bûye bo Kurdistanê li gel cîhanê.

Çalakiyên nuneratiya hikûmeta Kurdistanê li Nemsayê, korona, şerê dijî terorê, têkiliyên Hewlêr û Bexdayê, têkiliyên Kurdistan û Îraqê li gel Nemsa û welatên din mijarên din yên vê civînê bûn.

N: E. G

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.