Di êrişa artêşa Tirk a dagirker ya li dijî gundê Dibis ê Eyn Îsa de 5 sivîl birîndar bûn.
Artêşa Tirk a dagirker vê sibehê êrişî gundê Dibis ê rojavayê Eyn Îsa û rêya M4 kiribû.
Şervanên QSD`ê bersiva êrişan dabûn û êriş têk biribûn. Di êrişê de welatiyê bi navê Mecîd El-Ewed (35) hatibû qetilkirin.
Hate ragihandin ku di êrişê de 5 sivîl birîndar bûne.
Ji sivîlên birîndar bûne ajansa me karîbûn navên Zeyneb Mihemed Şerîf (30), Mihemed Şerîf El-Ewed (83) û Terfa Mirî Naşî, bi dest bixe.
Ji anhayê hatiye wergirtin
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin