Erbil 38°C Tuesday 19 Aug 15:57

Nêçîrvan Barzanî li gel şandeke Aşûrî civiya

behsa rewşa mesîhiyan li Kurdistan û cîhanê hate kirin.
کوردستان TV
100%

Dibêje hebûna korsiya patiryakî li Hewlêrê gelek girîng û watedare.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke kilîseya Aşûrî ya Rojhilatê bi Serokatiya Patrîkê kilîseya han Mar Awuayê sêsiyan kir.

Di civînê de Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jiber destbikar kirina wî weke patrîkê kilîseya Aşûrî ya Rojhilat li cîhanî pîrozayî li Mar Awuayê sêsiyan kir û hêviya serkeftinê jê re xwest û piştgîriya xwe jî bo serxistina erk û kar û çalakiyên xwe û kilîseyê diyar kir.

Nêçîrvan Barzanî herwiha rola Patrîk, Kilîse, oldar û pêşengên tevahiya olên li herêmê bo bihêz kirina çanda bihevre jiyanê û hebûna korsiya patrîkî li Hewlêrê bi giştî û watedar wesif kir.

Şanda mêwan jî rixmî diyar kirina kêfxweşiya xwe ya li hember beşdarî kirina Serokê herêmê di merasîma destbikar kirina patrîk de, hevdem stayîşa rola wî ya bo piştîvanî kirina tevahiya pêkhateyên olî û etnîkî yên li Kurdistanê de kir.

Nirxandina rewşa karûbarên kilîse, li Kurdistan, Îraq û cîhan û rewşa welatiyên mesîhî li Kurdistan û Îraqê de mijarên din yên civîna han bûn.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.