Erbil 38°C Tuesday 19 Aug 15:57

Serok Barzanî li gel balyozê Nemsayê civiya

behsa rewşa Şingalê jî hate kirin.
کوردستان TV
100%

Balyozê Nemsayê stayîşa rola pêşmerge dike.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Nemsayê yê li Îraq û Urdinê Oskar Wüstinger kir.

Di civînê de rixmî nirxandina têkiliyên dîrokî û dostane yên di navbera gelê Kurdistan û Nemsayê de, her du aliyan tekez li ser bihêztir kirin û pêşde birina têkiliyên han di her warî de kirin.

Di berdewamiya civînê de balyozê Nemsayê Oskar Wüstinger behsa rola hêzên pêşmerge di şerê dijî terorîstên DIŞIê û qurbanîdana hêzên pêşmerge bo gehêştin bi maf û azadiya gelê Kurdistanê kir û rola han bi girîng wesif kir.

Di beşeke din ya civînê de Serok Barzanî û Oskar Wüstinger behsa metirsiyên berdem prosesa siyasiya Îraqê û hilbijartinên parlementoya Îraqê kirin û hêviya vê yekê xwestin ku hilbijartin bibe baştir bûna rewşa Îraqê û cîhbicîh kirina daxwazên xelkê Îraqê.

Rewşa Şingalê û astengiyên berdem normalkirina rewşa Şingalê jî mijarên dinyên vê civîna han bûn.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.