Balyozê Îspaniyayê bi pêşkeftinên Kurdistanê dilxweşe.
Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê nû yê Îspanyayê yê li Îraqê Pedro Martínez kir.
Di civînê de Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jiber destbikar bûna wî weke balyozê Îspanyayê yê li Bexdayê pîrozbayê li Pedro Martínez kir û hêviya serkeftinê jê re xwest û xwesteka Kurdistanê jî ya ji bo bihêztir kirina têkiliyên xwe li gel Îspanyayê diyar kir.
Serokê herêma Kurdistanê herwiha bi awayeke kurt behsa dîrok û rewşa Kurdistanê bo balyozê Îspanyayê kir.
Balyozê nû yê Îspanyayê Pedro Martínez jî hêviya vê yekê xwest ku bikarêbe pere bi têkiliyên navbera Îspanya, Kurdistan û Îraqê di her warekî de bide, û tekez li ser vê yekê kir hana kompaniyên welatê xwe dide daku di warê bazirganî û pîşesazî li Kurdistanê de dest bi kar û cîhbicîh kirina projeyan bikin.
Rewşa pêşerojê ya Îraqê, hilbijartinên Îraqê metirsiyên berdem prosesa siyasiya Îraqê û şer û gefên terorê jî mijarên din yên civînê bûn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin