7 welatî canê xwe ji dest dan

bûyer li ser rêya navbera Berdereş û Kelekê de çê bûye.
کوردستان TV
100%

Di bûyereke tirafîkê li Berdereşê canê xwe ji dest dane.

Êwara îro çarşem li ser rêya serekî ya navbera Berdereş û Kelekê, bûyereke tirafîkê qewmî.

Bûyer di encama lihev dana du tirimbîlan de çê bûye û di encama bûyerê de 7 welatiyan canê xwe ji dest dane û welatiyek jî birîndar bûye.

Du zilam, 3 jin û 2 zarok di nava tirimbîlekê de bûne û canê xwe ji dest dane û keseke din jî ku ajovanê tirimbîlê din bûye birîndar bûye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.