Erbil 38°C Tuesday 19 Aug 18:28

Konsulusê Amerîkayê peyamek belav kiriye

duhê li Konsulusxaneya Amerîkayê hatibû organîzekirin.
کوردستان TV
100%

Dibêje pêbendiya Amerîkayê bo Kurdistanê bihêze.

Li gor daxuyaniyeke Konsulusxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê, Konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê Roberto Palledino di dema temam kirina heykela Konsulusxaneya nû ya Amerîkayê ya li Hewlêrê de, gotarek pêşkêş kiriye û ragihandiye ku Amerîka weke hevbeşê bawermend yê Kurdistan û Îraqê dimîne.

Palledine herwiha diyar kiriye ku pêbendiya Amerîkayê ya li hember Kurdistanê gelek bihêze û hêqime.

Nav hatî herwiha diyar kiriye ku ev pêbendiya han berdewam dibe, hevbeşiya me hertimiye û pêşeroja têkiliyên navbera Amerîka û Kurdistanê jî geşe.

Konsulusê Amerîkayê tekez li ser vê yekê kiriye ku Amerîka û Kurdistan hevbeşin hev yên bihêzin û bihevre bihêztir dibin.

Weke tê zanîn duhê li Hewlêrê bi beşdariya Serokwezîrê Kurdistanê merasîmek bi minasebeta 10 saliya vekirina Konsulusxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê û temam kirina heykela avahiya Konsulusxaneya nû ya Amerîkayê ya li Hewlêrê hatibû organîzekirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.